Trump biryarnameya ferzkirina bacên nû li ser Kanada, Meksîka û Çînê îmze kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîka ya bi seroktiya Donald Trump, bacên nû yên gumrikê li ser kelûpelên bazirganiyê yên welatên Kanada, Meksîka û Çînê danî.
Koşka Spî ragihand ku Trump biryarnameya bacên nû yên gumrikê li ser Kanada, Meksîka û Çînê ferz dike îmze kiriye.
Li gorî biryarnameyê, dê li ser berhmemên Kanada û Meksîkayê ji sedî 25, li ser yên ji Çînê werin jî ji sedî 10ê zêdetir bac were ferzkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Trump soza xwe ya beriya hilbijartinê bicih anîye û ev biryar ji bo gefa tilyaka deryasayî hatiye wergirtin.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.