Trump fermana êrîşa ser DEAŞê da

Trump fermana êrîşa ser DEAŞê da

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku fermana êrîşên hewayî yên ser DEAŞiyên li Somaliyê daye. Di êrîşan de xelkê sîvîl ti zerarê nediye. Trump weha got:

“Peyama me ji kesên êrîşê Amerîkayiyan bike ev e: Em ê we bibînin û bikujin.”

Trump ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî, di ser platforma Truth Social de da û got:

“Min vê sibê fermana êrîşa hewayî ya ser plankerê di asta bilind de yê DEAŞ a Somaliyê û terorîstên ku serpereştiya wan dike da. Di wexta di şikeftan de xwe vedişartin me wan zeft kir. Ev qatilên han DYAyê û hevkarên me tehdîd dikirin. Di êrîşê de me şikefta wan ser û binê hev kir û bê ku zerarê bidin sîvîlan gelek terorîstan kuşt.

Bi salaye li wan terorîstan digerin lê Biden û terefdarên wî têra xwe neketin nav tevgerê. Min kir! Peyama me ji bo DEAŞê û yên dixwazin êrîşê me bikin ev e: Em ê we bibînin û bikujin.”

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.