Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê 2 kes bi kêrê birîndar bûn

Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê 2 kes bi kêrê birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê 2 grûb li hev xistin û di encamê de 2 kes bi kêrê birîndar bûn. Li ser bûyerê polîs 3 kesan xist binçav.

Li Battalgaziyê li taxa Mustafa Paş di navera Z.K, P.A. û B.Ö, P.K, S.K. de bi sedemeka nehat zanîn pevçûn derket û di bûyerê de kesên bi navên Z.K. û P.A. birîndar bûn.

Tîmên lezgîn yên 112an birîndaran birin nexweşxanê û polîs kesên bi navên B.Ö, P.K. û S.K. xistin binçav.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.