Li Cizîrê kesekî bi kêrê hat kuştin

Li Cizîrê kesekî bi kêrê hat kuştin

PeyamaKurd – Li navça Cizîrê ya bi ser bajarê Şirnex de, di navbera du grûban de pevçûn derket û di encamê de kesekî bi kêrê birîndar bû û li nexweşxanê can da.

Bûyer, li taxa Dağkapıyê li dora Medresa Sor qewimî û sedema pevçûna her dû grûban nehat zanîn. Piştî polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, birîndar Barış Nas (16) birin nexweşxana dewletê ya Cizîrê lê li nexweşxanê can da. Cesedê Nas şandin nexweşxana Şirnexê ji bo otopsiyê.

Polîs, li ser bûyerê 3 gumanbaran xist binçav û piştî îfadeyan, wan birin dadgehê. Dadgeh 2 kesan bi şertê kontrola edlî serbest berda û yek ji gumanbaran şand zîndanê.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.