123 rêxistinên sîvîl ji bo xwurtkirina pêvajoya aştiyê banga diyalogê kirin
PeyamaKurd - Endama Platforma Hevkarî û Parastina Bajêr ya Diyarbekirê Özlem Külahçı Tanaman, di hevdîtinên bi nûnerên partiyan re ragihand ku divê pêvajoya aştiyê xwurt bibe û gavên ku bawerî bi wan tênkirin bên avêtin.
123 rêxistin di paltformê de ne û ragihandin ku wê destekê bidin çareseriya mesela Kurd ya di rêya diyalogê de. Özlem Külahçı Tanaman got ku di hevdîtinên bi partiyên meclisê yên ku grûba wan di parlementoyê de hene, hevdîtin baş derbas bûne û got:
“Mirov dikare bigihê aştiya fireh û bi dadwerî û avêtina pêngavan ya ji bo pêvajoyê girînge. Ji bo mirov bi hev baweriyê bîne û pêvajoyê xwurt bike, divê hukumet gav bavêje, beşên civakê tevî pêvajoyê bike, aştiyê bike malê xelkê û hûqûqa bingehîn ya ku pêdivî pê heye, bingeha wê ava bike.”
Di nav rêxistinên platformê de wekî Baro, Oda Bizîşkan, Oda Bazirganî û Sanayiyê, Borsa Bazirganiyê, Komela Mafên Mirovan hene ku bi tevahî 123 rêxistinin.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.