Artêşa Lubnanê li bajarokê Aytarunê bicîh bû û artêşa Îsraîl jê vekişiya

Artêşa Lubnanê li bajarokê Aytarunê bicîh bû û artêşa Îsraîl jê vekişiya

PeyamaKurd – Artêşa Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê ji bajarokê Aytanurê vekişiyaye û artêşa Lubnanê lê bicîh bûye. Hêzên asayîşa Lubnanê di çarçova biryara Neteweyên Yekgirtî ya jimare 1701an de tedbîrên xwe distîne. Artêşa Lubnanê bi nivîskî weha ragihand:

“Bi komîta agirbesê re bi koordîne, li başûrê çemê Litaniyê li bajarokê Aytarunê bicîh bûne.”

Artêşa Lubnanê di daxwuyaniya xwe de got ku artêşa Îsraîlê li navça Mercayunê li bajarokên Rab Telatin û Adiseyê agir berdaye xaniyan, li bajarokê Taybe bi dornan êrîşê kirine û em dixwazin herkes li pey şîret û fermana hêzên asayîşê here.”

Li gor biryara NY ya 1701ê; li ciyên navborî wê artêşa Lubnanê UNIFIL ku ya Neteweyên Yekgirtiye û hêzekî aştiyê ye, dê li ciyên navborî bicîh bibin û dever ji çekan bên safîkirin. Di derveyê hêzên navborî, nabe ku ti hêzekî çekdar an alavên wan li deverê hebin.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.