Trump: “Em di pêvajoya derxistina koçberan de ne wan ji DYAyê derxin”
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li ser mesela koçberan gelek radiweste û dixwaze gelek koçberan ji welatê xwe derxe. Li ser mijarê Trump got:
“Koçberên ji welatên din hatine, em di pêvajoya şandina wan koçberan ya wan welatan de ne ku jimareyekî gelek zêde ne. Hem gelek koçber hene ku tevî sûcan bûne, em ê wan ji welatê xwe derxin û welatên ku koçber ji wan hatine, qebûl kirine ku wan paşde bistînin. Lê rêjeya wan ji dewra min ya berê heya niha, jimara herî zêdeye ku em ê wan dersînor bikin.”
Trump li ser miajara koçberên ku ji Venezuelayê çûne Amerîkayê, di ser platforma medyayê ya xwe ya bi navê Truth Social de daxwuyanî da û got:
“Venezuela temamê koçberên ji cem wan hatine, yên nerewa û di nav wan de çeteya Tren de Aragua jî heye ku li welatê DYAyê kamp danîne, wan qebûl dike welatê xwe.”
Nûnerê taybet yê Trump Richard Grenell, do çûbû Venezuelayê payîtext Caracasê û bi serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re civiyabû. Piştî hevdîtinê Venezuela 6 hemwelatiyên DYAyê serbest berdabû.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.