‘Serok Barzanî di çareseriya pirsên Kurdên Sûriyê de rola dîplomatîk dilîze’

‘Serok Barzanî di çareseriya pirsên Kurdên Sûriyê de rola dîplomatîk dilîze’

PeyamaKurd - Kovara Forbes gotarek li ser rewş û pêşeroja Sûriye û Rojavaya Kurdistanê weşand.

Di gotarê de şîrove û nirxandinên girîng derbarê rola Serok Barzanî ya li Rojhilata Navîn û pozîsyona hêzên Pêşmerge de cih girtin.

Li gorî kovarê, Herêma Kurdistanê hîn jî wek hevalbendeke stratejîk di nav hêzên bingehîn ên li Rojhilata Navîn de cih digire û bi taybetî di diyarkirina çarenûsa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de hewldanên dîplomatîk ên Serok Barzanî dê çarenûsker bin.

Di gotara kovara Forbes a bi Îngilîzî tê weşandin de, rewşa Herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hate nirxandin.

Bi taybetî hate diyarkirin, "Digel guherînên kûr û stratejîk ên li Rojhilata Navîn û hevsengiya hêzê ya guherbar, Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka û berjewendiyên wê hîn jî xwedî girîngiyeke mezin e".

Hewldanên dawî yên Serok Barzanî li Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdan û hate bibîrxistin ku "Ev gaveke girîng bû ji bo yekîtiya Kurdan û hewldanên dîplomatîk ên Barzanî di çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Sûriyê de gelek girîng in".

Di nivîsê de hatiye diyarkirin ku ji ber îhtimala ku DAIŞ li Iraq an jî Sûriyê dîsa serî hilde, tê payîn ku hêzên Amerîkayê piştgiriya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bikin û di avakirina yekîtiya navbera wan de rol bilîzin.

Di gotara Forbes de hat gotin, Serok Barzanî di hevpeyvîneke dirêj a ku di demên dawî de kiriye de, derbarê tehdîda berdewam a DAIŞê de hişyarî daye û behsa "hêzên Pêşmerge yên li herêmê" kiriye û gotiye "Eger rêxistin dîsa xurt bibe, em amade ne li dijî wê şer bikin."

Digel guherînên jeopolîtîk ên bilez ên li Rojhilata Navîn, Herêma Kurdistanê wek lîstikvaneke sereke tê dîtin di serederîkirina bi hemû pirsgirêkên ewlehî û stratejîk ên ku tehdîda aramiya herêmî dikin de, ji têkoşîna li dijî DAIŞê bigire heta yekbûna hêzên Kurd ên li Sûriyê.

Herwiha hate gotin ku "Kurdistan, di Rojhilata Navîn de hevalbendê stratejîk ê Washingtonê ye".

Di gotarê de daxuyanî û hevpeyvînên dawî yên Serok Barzanî hatin nirxandin û hat gotin ku "Hêzên Pêşmerge ji bo xetera vejîna DAIŞê amade ne".

Herwiha ev gotin jî cih girtin: "Hêzên Pêşmerge yên ku demeke dirêj e ji aliyê Bexdayê ve ji çekên modern bêpar hatine hiştin, di dema ku DAIŞ hin herêmên Iraq û Sûriyê dagir kiribûn de li qadê çalak bûn û herêma Kerkûka dewlemend a bi petrolê parastin û di rizgarkirina temamî ya Mûsilê ji DAIŞê de di rêzên pêş ên têkoşînê de cih girtin."

Derbarê hevdîtina Serok Barzanî ya bi Mazlûm Ebdî re de ev hat gotin: "Mesûd Barzanî di demên dawî de li baregeha xwe ya li Hewlêrê di civîneke dostane de pêşwazî li Mazlûm Ebdî kir ji bo gotûbêja pêşeroja Kurdên Sûriyê" û hat gotin ku Serok Barzanî gotiye "Wextê wê hatiye ku PKK destûrê bide Kurdên Sûriyê ku ew bi xwe li ser pêşeroja xwe biryarê bidin, ji ber ku hebûna wan dibe hinceta mudaxeleya Tirkiyê."

Derbarê rola Serok Barzanî ya li Rojavayê Kurdistanê wiha hat gotin: "Serok Barzanî di hevpeyvîna xwe ya dawî de got ku Herêma Kurdistanê dikare roleke girîng bilîze; di alîkarîya partiyên Kurd ên li Sûriyê de, di yekkirina wan û di muzakerekirina pêşeroja wan de bi Şamê re di çarçoveya Sûriyeya nû de."

Ji bo piştgiriya Serok Barzanî ya ji bo Rojavayê hat gotin ku dema jê hatiye pirsîn ka dê hevkariya leşkerî bikin an na, wî gotiye "Em hêvîdar in ku ne em ne jî ew mecbûr bimînin ku serî li hêza leşkerî bidin, lê eger zilm hebe helbet em ê alîkariyê bikin."

Hate bibîrxistin, "Daxuyanî û hewldanên dîplomatîk ên Barzanî nîşan didin ku girîngiya stratejîk a Herêma Kurdistanê di diyarkirina çarenûsa Rojavayê Kurdistanê de rola wê ya erênî di aramiya herêmî de diselimîne" û Hewlêr dikare roleke dîplomatîk a girîng bilîze di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Kurdên Sûriyê, Şam û Tirkiyê de.

Di dawiya gotarê de hat diyarkirin ku "Rewşa berbiçav a li qadê û daxuyanî nîşanî me didin ku Herêma Kurdistanê hevalbendê stratejîk û daîmî yê Washingtonê ye û di vê aloz a cîhanê de hevkareke pêbawer a Amerîkayê ye."

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.