Reuters: Sûriyên vegeriyane poşman û hêvîşikestî ne

Reuters: Sûriyên vegeriyane poşman û hêvîşikestî ne

PeyamaKurd – Piştî ku 8ê Kanûna 2024an bi pêşengiya Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) Şam hate kontrolkirin û rejîma Beşar Esed hilweşiya banga vegera penaberên Sûriyê yên li ser seranserê dinyayê belav bûne hate kirin.

Heta niha bi taybet bi ser Tirkiyê de bi hezaran penaber vegeriyane welatê xwe, lê li gorî zanyariyan ji ber nebûna xizmetguzariyê û wêranbûna li Sûriyê, ji çûyîna xwe poşman bûne.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku bi hejmarek welatiyên Sûriyê re hevdîtin kiriye, piraniya kesên vegeriyane hêvîşikestî bûne.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku rewşa xirab a welêt zehmet e di demeke kurt de were başkirin û hema bêje ti xizmeteke giyanî li welêt nemaye. Ango ji elektrîk û avê bigirin heta kelûpelên jiyanê û perwerdeyê xizmetê gelemperî li Sûriyê di asta nebûnê de ne.

Ji ber van sedeman jî gelek welatiyên vegeriyane poşman bûne û dixwazin di zûtirin demê de ji Sûriyeyê derketin. Li gorî Reutersê hêvîya Sûriyan tune ye ku rewşa welêt di demeke nêzîk de ji bo dabînkirina xizmetên jiyanê were başkirin.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.