Biryar hat dayîn: Hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê dike
![Biryar hat dayîn: Hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê dike](/haberresimleri/202525/biryar-hat-day-n-hinardekirina-petrola-kurdistan-dest-p-dike.webp)
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di civîna xwe ya îro 5ê Sibatê de, biryara destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê da.
Li gorî agahiyan, Encûmena Wezîran bi yekdengî biryar da ku proseya hinardekirina petrolê careke din dest pê bike.
Di civîna îro ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de, danûstandin li ser hejmarek mijaran de hate kirin ku mûçeyên fermanberan, radestkirina dahata navxwe û pejirandina sererastkirina qanûna budçeya giştî ya Iraqê li xwe digirt.
Hêjayî gotinê ye, biryara Encûmena Wezîran a destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê piştî biryara parlamentoya Iraqê ya roja 2yê Sibatê deng li ser sererastkirina yasaya bûdçeya federal û madeya 12 a hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê deng dabû, hate wergertin.
Li gorî biryarê dê destpêkê rojane 400 hezar bermîl petrola Kurdistanê bo SOMO ya Iraqê bê şandin. Lê belê hîn li ser şandina petrola Kurdistanê bi ser bendera Ceyhan a Tirkiyê de lihevkirin di navbera Bexda-Enqere û Herêma Kurdistanê de çênebûye.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.![Li bajarê Ezirganê bi barîna berfê re keriyên pezkûviyan û berazan hatin dîtin](/haberresimleri/202525/li-bajar-ezirgan-bi-bar-na-berf-re-keriy-n-pezk-viyan-berazan-hatin-d-tinsmall.webp)
![Li Herêma Kurdistanê leşkerekî Tirkiyê can da](/haberresimleri/202525/li-her-ma-kurdistan-leskerek-tirkiy-can-dasmall.webp)
![Biryar hat dayîn: Hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê dike](/haberresimleri/202525/biryar-hat-day-n-hinardekirina-petrola-kurdistan-dest-p-dikesmall.webp)
![Balafirên Tirk cardin Bendava Tişrînê û Kobanî bombebaran kir](/haberresimleri/202525/balafir-n-tirk-cardin-bendava-tisr-n-koban-bombebaran-kirsmall.webp)
![Li Şingalê goreke din a komî hate vekirin](/haberresimleri/202525/li-singal-goreke-din-a-kom-hate-vekirinsmall.webp)
![Wezîrê Fransî: Kurd birayên me ne, em dev ji wan bernadin](/haberresimleri/202525/wez-r-frans-kurd-biray-n-me-ne-em-dev-ji-wan-bernadinsmall.webp)