Wezîrê Fransî: Kurd birayên me ne, em dev ji wan bernadin

Wezîrê Fransî: Kurd birayên me ne, em dev ji wan bernadin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li parlamentoya Fransayê ragihand, ew dê piştgiriya xwe ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin û got, "Kurd di şer de birayên me ne û em dev ji wan bernadin."

Jean-Noel Barrot, bersiva pirsên parlamenteran da û li ser pirsa derbarê Kurdan de diyar kir, "Spas ji bo ku hûn rêzê li Kurdan digirin. Kurd hevalbendên me yên dilsoz in, di çekhilgirtinê de birayên me ne û em dev ji wan bernadin."

Barrot got, "Ji 8ê Kanûnên ve, hêviyek nû li Sûriyeyê derketiye, bêguman divê em bibêjin ku pêwîst e Kurd bi tevahî beşdarî pêvajoya bidestxistina nasnameya xwe ya neteweyî û welatîbûna nû bibin ku divê li vî welatî were bicihkirin."

Wezîrê Derve yê Fransayê da zanîn, berî serdana Mezlûm Ebdî ya Şamê, wan navbeynkarî di navbera HSD û Tirkiyeyê, herwiha HSD û desthilata nû ya Sûriyeyê de kiriye.

Parlamentera Fransayê Danielle Simonnet ku yek ji wan kesan bû ku 13ê Çile bi şandeke Fransî re çûbû Rojavayê Kurdistanê ji Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot helwesta Fransayê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê pirsî.  

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot wiha bersiv da: "Spas, birêz serok û parlamenterên hêja. Spas ji bo ku hûn rêzê li Kurdan digirin. Kurd hevalbendên me yên dilsoz in, birayên me yên şer in û em dev ji wan bernadin. Pirsa we dide zanîn ku tiştên di van 13 salên borî de li Sûriyeyê qewimîne, bandoreke rasterast li ser jiyana rojane ya welatiyên me kiriye. Ji ber çewsandina bi xwîn a ku Beşar Esed li dijî gelê xwe rêxistin kiribû, encama wê ya rasterast bû sedema vejandina metirsiya terorîstên DAIŞê ku me li kêleka hevalbendên xwe yên Kurd bi awayekî bêrawestan şerê wan kir. Ji 8ê Kanûnê ve, hêviyek li Sûriyeyê heye û divê em bibêjin ku divê Kurd bi tevahî beşdarî pêvajoya bidestxistina nasnameya xwe ya neteweyî û welatîbûna nû ya ku divê li vî welatî were sepandin bibin.

Ji ber vê yekê me ji destpêka bûyeran ve bangî rayedarên Tirk û rayedarên nû yên demkî yên Şamê kir ku agirbest ji bo Kobaniyê were ragihandin, da ku Kurd nekevin bin zexteke ku nayê tehemilkirin, digel wê aloziya ku piştî rûxandina desthilata Beşar Esed, bi neçarî metirsiya wê çêdibe.

Dixwazim bi bîr bînim ku li bakurê rojhilatê welat ji bilî şerê li dijî DAIŞê, Kurd bûn ku bi wêrekî ew girtîgehên ku îro bi deh hezaran terorîst û malbatên wan tê de ne, parastin.

Ji ber vê yekê me navbeynkariya di navbera General Mezlûm Ebdî û Tirkiyeyê de, heta berî çûyîna Şamê hebû û me navbeynkariya di navbera General Mezlûm û desthilata veguhêz a li Şamê de hêsan kir.

Ji bo vê yekê jî, me navbeynkarî di navbera Kurdên Sûriyeyê û Kurdên Îraqê de hêsan kir, da ku hev xurt bikin.

Ez ji we re piştrast dikim ku di 13ê Sibatê de, hefteya bê li Parîsê, Kurd dê beşdarî vê konferansê bibin ku armanca wê ew e ku careke din daxwazên me yên ji bo vê veguhestinê bên bihîstin."

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.