Li Şingalê goreke din a komî hate vekirin

Li Şingalê goreke din a komî hate vekirin

 PeyamaKurd – Li Şingalê goreke din a komî hate vekirin ku rufatên 15 heta 20 kesan tê de ne.

Hate ragihandin ku gora komî îro Çarşemê 5ê Sibatê li navenda Şingalê hat vekirin.

Li gorî berpirsên iraqî rufatên 15 heta 20 kesan di wê gora komî de hene û karên wan dê j hefteyekê berdewam bike û wê ew rufat piştre ji bo Bexdayê bên veguhestin ji bo ku pişkinîn li ser wan bên kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî têkdana desthilata rêxistina terorsitî ya DAIŞê, 93 gorên komî yên Kurdên Êzidî di wan de bûn, li sînorê Şingalê hatine dîtin û 53 ji wan hatine vekirin.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.