Îran: Siyaseta “zexta maksîmûm” a Trump, hewldaneke têkçûyî ye ku berê hatiye ceribandin

Îran: Siyaseta “zexta maksîmûm” a Trump, hewldaneke têkçûyî ye ku berê hatiye ceribandin

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî îro piştî civîna hikûmetê di daxuyaniyekê de got ku syaseta ‘zexta maksîmûm’ a Trump hewldaneke têkçûyî ye ku berê hatiye ceribandin û hewldana wê ya ji nû ve dê bibe sedema têkçûneke din. Eger hemû mesele ew be ku divê Îran ne xwediyê çekên atomî be, ev yek ne zehmet e. Helwêsta Îranê pir zelal e. Îran endama Peymana Nehiştina Çekên Nukleerî ye û ji bo rewşa me ya nukleerî fitûya rêberê me [Xameneyî] heye.”

“Di siyaseta me ya derve de sê prensîbên bingehîn hene”

Berdevka Hikûmeta Îranê Fatma Mihaceranî  jî bersiva daxuyaniya Trump da ku gotibû ew amade ye bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re hevdîtinê bike da ku Îran dest ji xebatên xwe yên çêkirina çekên nukleer berde.

Muhaceraniyê got:

“Di peywendiyên me de ku em ê bi welatên din datînin û di siyaseta me ya bo karûbarên derve de sê prensîbên me yên bingehîn hene. Îzzet, yanî namûsa welat û gel. Hikmet, ango dîtina li pişt bûyeran û bi awayekî rast guhdana wan û helbet berjewendiyên welatê me. Bi awayekî normal hemû pirsgirêkên welêt, bi taybetî jî peywendiyên bi welatên din re, di çarçoveya van prensîban de ne.”

 

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.