Festîvala pêşwaziya li sala 2025an Hewlêrê hat vekirin
PeyamaKurd – Do, êvarî (25.012.2024), Wezareta Şarevanî û Geştûguzeriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Bi amadebûna wezîrê şarevaniyê Sasan Ewnî û parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, festîvala serê sala nû li Hewlêrê Paytext di bin keleha Hewlêrê hat vekirin û dê çend rojan berdewam bike.”
Amaje bi wê jî hat kirin ku di merasima vekirina festîvala sala nû ya 2025an de, Serokê Şarevaniya Hewlêrê Karzan Ebdulhadî û rêvebirê giştî yê geştûguzara Hewlêrê Dilêr Mihemed û hejmareke din ji rêvebirên şaredarî û fermangehên xizmetguzariyê amade bûn.
Herweha hat diyar kirin, ku di festîvalê de çendîn stranên kurdî hatin pêşkêşkirin û zêdetirî 40 stand û standên bazirganî û kompanyayên herêmî hatine vekirin û her yek ji wan xwarin, vexwarin, cil û bergan, tiştên kevnar ên Kurdî û berhemên wan tên pêşandan.
Herweha pê de çûye ku festîvala sala nû li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serokatiya şaredariya Hewlêrê ve amadekariya wê hatiye kirin û hatiye rêxistin ji bo wê jî di çend rojên bêhnvedanê yên sala nû de bi mebesta pêşwaziya li geştiyarên Iraq û şêniyên bajarê Hewlêrê û bajarên din ên Herêma Kudistanê.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.