Girtiyê Îmraliyê ji bo dermankirinê şandin Îzmîrê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Zekî Bayhan, yek ji girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê sewqî Girtîgeha Tîpa Fê ya Hejmar 2yê ya Îzmîrê hatiye kirin.
Li gorî agahiyan, veguhestin di 11ê Îlona 2025an de, ji bo kontrol û dermankirina rûtîn a bijîşkî pêk hatiye.
Hate diyarkirin ku piştî temambûna pêvajoya dermankirinê û başbûna rewşa wî ya tenduristiyê, Bayhan dê cardin bo Girtîgeha Îmraliyê were vegerandin. Her weha hat zanîn ku rewşa wî ya giştî ya tenduristiyê baş e.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




