Hûsî: Balafirên şer ên Amerîkayê êrîşên esmanî li ser parêzgeha Beyda pêk anîn

PeyamaKurd – Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike got ku Amerîka sê êrîşên esmanî li ser komplekseke hikûmetê li parêzgeha Beyda li navenda Yemenê pêk anîn.
Televîzyona El Mesîre ya Hûsiyan, di nûçeya xwe ya ku li ser malpera xwe weşandiye de derbarê mijarê de agahî dan.
Di raporê de hat destnîşankirin ku Amerîkayê 3 êrîşên esmanî li ser komplekseke hikûmetê li parêzgeha Beyda pêk anîn.
Têkildarî kuştî û ziyanên êrîşê agahî nehatin bidestxistin.