Polîsên Îngilistanê bi ser gelek kargehên Kurdan de girt

Polîsên Îngilistanê bi ser gelek kargehên Kurdan de girt

PeyamaKurd – Yekîneyên têkoşîna li dijî sûcan li Îngilîstanê dest bi operasyoneke mezin kirin ku berber, supermarket û dikanên din ên ku gelek ji wan ên Kurdan in, kirin hedef. 

Sedemên sereke yên operasyonê şûştina pereyan, karkirina koçberên neqanûnî û nelirêtiyên darayî ne.

Li gorî daxuyaniya Polîsên Îngilîstanê, di pêvajoya bi navê "Operasyona Makeover"ê de heta niha 265 cihên kar hatine kontrolkirin. 

Di kontrolan de zêdeyî 1 milyon lîreyî hesabên bankayan hatin astengkirin, zêdeyî 500 hezar pereyên reş jî hatin desteserkirin. Her wiha 35 kes bi sûcdariya pereyan û binpêkirina qanûnên koçberiyê hatin binçavkirin û 10 cihên kar jî bi temamî hatin girtin.

Polîs dibêje piraniya van karsaziyan bi pereyan kar dikin, ku çavdêriya darayî dijwar dike. 

Li gorî rayedaran, dîmenên kamerayên hin dikanan diyar kirin ku tevî kêm mişteriyan jî dahatên zêde hatine ragihandin. Ev gumana şûştina pereyan xurt dike.

Operasyonên ku bi ragihandina siyasetmedarê Brîtanî Nigel Farage û kesayetên bi vî rengî yên ku bi gotinên xwe yên li dijî koçberan tên nasîn, geş bûn, bi taybetî karsazên ku bi navê "berberên Tirk" lê xwediyên wan piranî Kurd in kirin hedef.

Gelek Kurdên ku di van salên dawî de koçî Îngilîstanê kirine, fêrî pîşeya berberiyê bûne û di vî warî de debara xwe dikin. Ev kes di heman demê de alîkariya madî jî didin malbatên xwe yên li Kurdistanê.

Li ser medyaya civakî jî bertekên li dijî operasyonan zêde dibin. Digel ku hin bikarhêner îdîa dikin ku polîs hin koman dike armanc, karbidest dibêjin ku ev operasyon beşek ji lêpirsînek demdirêj in.

Ji aliyê din ve tê gotin ku tenê di sala 2024an de li seranserê Îngilistanê 750 dikanên nû yên berberan dê bên vekirin. 

Rayedarên polîsan diyar dikin ku ev hejmar ji pêdiviyên bazarê gelekî zêdetir e û dibe ku ev rewş xwedî armancên din be.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.