Putin bi sedema cejna Paskalyayê 2 roj agirbesê ragihand

Putin bi sedema cejna Paskalyayê 2 roj agirbesê ragihand

PeyamaKurd – Serokê dewleta Rûsyayê Putin bi sedema cejna Paskalyayê ji bo rojên 19-21ê Nîsanê agirbesê ragihand. Wê agirbes di 18.00 ê 19ê Nîsanê de destpêbike û heya 21ê Nîsanê seet 24.00ê şevê dewam bike. Putin di daxwuyaniya xwe ya li ser agirbesê got:

“Em bende ne ku terefê Ûkraynayê, me ji bo xwe bike mînak. Divê di heman wextî de yekîneyên me amade bin da îhlalên agirbesê, leystikan û êrîşan berteref bikin.”

Li ser mijara agirbesê serokê Ûkraynayê Zelelnskiy jî got:

“Ragihandina agirbesa Putin hedefgirtina Ûkraynayiya ye. İHAyên Rûsyayê hê jî li esmanên me digerin.”

Li ser îhlala agirbesa ku Putin ragihand, Putin got tevî li hev kirina ku dê êrîşê dezgeyên hev yên enerjiyê nekin, Ûkrayna ji sed carê zêdetir îhlalan kir.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.