UN dixwaze bo avahiyên bingehîn yên Sûriyê 1,3 milyar dolar bide hev

PeyamaKurd – UN (Neteweyên Yekgirtî) ragihand ku bo avahiyên bingehîn yên Sûriyê ava bike di nav 3 salan de dixwaze 1,3 milyar dolar alîkariyê kom bike. Divê ev pere ji hinek çavkaniyan bide hev.
Cîgirê sekreterê bernama geşepêdanê ya NY (UNDP) Abdallah Dardari mijarê ragihand. Dardari got:
“Bo Sûriyê bernama me ya sê salan 1,3 milyar dolar e. Dibe ev alîkarî di gelek sehayên cuda de bên serfkirin. Em dikarin fonan ji banka Dinyayê, IMFê, Erebistana Saûdiyê, Tirkiyê û ji gelek çavkaniyên din temîn bikin.”
Di hefta pêşiya me de wê li Washingtonê di nav civînên IMFê û Banka Dinyayê de Masa Sûriyê ava bikin û di mijarê de Dardari got:
“Ev nîşaneye ku dezgeyên mezin yên dinyayê destekê didin xelkê Sûriyê û dinya mayî. Derfete ku Sûriye bi Banka Dinyayê re muzakereyan bike. IMF jî di rojevê de ye.”
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.




