Ann Linde: "Rola Kurda di Rojhilata Navîn de mezin e”

Ann Linde: "Rola Kurda di Rojhilata Navîn de mezin e”

PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Yekîtiya Ewrûpayê ya berê Ann Linde, di 16 Nîsan 2025an de di hevpeyvîna xwe de ragihand ku divê YEyê di Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîka de xwediyê hevpariya stratejîk be. Linde, li ser rêvebiriya Şamê ya nû jî gotiye:

“Wê li Sûriyê çi biqewime nayê zanîn. Raste dîktatorekî çû lê em bi dahatûya Sûriyê hêj bawer nînin. Em hêvî dikin ku rewşa Sûriyê li hev rast bibe.”

Li ser mijara Xezayê ya normalîzebûnê, wezîra berê Ann Linde got:

“Êrîşa 7ê Cotmeha 2023an gelek xerab bû lê tiştên Îsraîl dike nakeve çarçova xweparastinê. Divê dewleta Fîlîstînê serbixwe bê naskirin.”

Linde got ku Herêma Kurdistanê li hemberê IŞİDê gelek fîdakariyan kiriye û weha dewam dike:

“Kurd li Rojhilata Navîn bi taybetî di seha bazirganiyê de roleka wan ya mezin heye. Herêma Kurdistanê di gelek mijaran de lihev kir û li pey hûqûqa navdewletî meşiya. Herêma Kurdistanê bo geşepêdanê û pêşdeçûnê xwediyê potansiyelekî mezine.”

Ev nivîs 159 car hatiye xwendin.