Li Kolombiyayê êrîşê qereqola polîsan kirin: 2 kuştî û 24 kes birîndar bûn

Li Kolombiyayê êrîşê qereqola polîsan kirin: 2 kuştî û 24 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li welatê Kolombiyayê li herêma Huilayê li bajarê La Platayê bi çekan êrîşê birin ser qereqolekî polîsan û di encama teqandina bombeyê de 2 kes mirin û 24 kes birîndar bûn. Tê gotin ku êrîş ji aliyê grûbên FARCê de hatiye kirin.

Hat ragihandin ku bombe bi motorsîkletekî ve monte kirine û bombê teqandine. Piştî êrîşê gelek leşker hatine şandine bo ciyê bûyerê.

Wezîrê berevaniyê yê Kolombiyayê Pedro Sanchez Suarez di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku êrîş ji aliyê grûbên bi ser FARCê de hatiye kirin.

Parêzgerê Huilayê Rodrigo Villalba jî di ser hesabê xwe yê Xê de got ku êrîşê şermezar dike û sersaxiyê da malbatên kesên canê xwe dane.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.