Li Kongoyê di keştiyê de şewat derket: 148 mirin, dehan kes winda bûn

PeyamaKurd – Li Komara Demokratîk a Kongoyê agir bi keştiya darîn a 500 kesî ket, herî kêm 148 kes mirin.
Hat ragihandin ku di dema çêkirina xwarinê de şewat derketiye û gelek rêwiyên ku avjeniyê nizanin xwe avêtin avê û mirin.
Li bakurê rojavayê Komara Demokratîk a Kongoyê li ser çemê Kongoyê di boteke motorê ya darîn de şewat derket û bû sedema felaketeke mezin.
Di keştiya bi navê "HB Kongolo" de jin û zarok jî di nav de nêzî 500 kes hebûn.
Li gorî agahiyên destpêkê di şewatê de herî kêm 148 kes mirin.
Hat ragihandin ku di dema ku rêwiyek jin hewl dida xwarinê çêbike şewat derket.
Gelek rêwiyên ku di panîkê de bûn, tevî ku avjeniyê nizanin jî xwe avêtin çem û gelek jî xeniqîn.
Nêzîkî 100 kesên ku hatin rizgarkirin di stargehên demkî de hatin bicihkirin, hin kesên sax bi şewatên giran li nexweşxaneyan hatin dermankirin. Hat ragihandin ku piştî bûyerê nêzî 100 kes jî winda ne .
Hat diyarkirin ku çûnûhatina di navbera gundan de piranî bi keştiyên kevn, nebaş û darîn tê kirin û ji ber vê sedemê gelek caran qezayên bi vî rengî diqewimin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




