Li Fransa doza ‘Jenosîda Elewîyan’ li Ehmed Şera hat vekirin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li ser bûyerên Berava Sûriyeyê, li Fransayê bi tawana “jenosîdê” dozek li dijî Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera û wezîrên wî hat vekirin.
SOHRê daye zanîn, Dozgeriya Giştî ya Fransa doz li dijî Serokê Sûriyê Ehmed Şera û hejmarek ji wezîrên wî bi tometên têkildarî “jenosîd, qirkirina etnîkî û pêkanîna tawanên li dijî mirovahiyê” vekiriye.
Hate diyarkirin ku doz ji ber “Komkujiyên Berava Sûriyê” hatiye vekirin ku di encamê de zêdetir 1700 kesan hatibûn kuştin.
Parêzerekî Fransî li ser navê Koma Elewî ya Fransayê doz vekiriye, tê de hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi encamdana zêdetirî 50 komkujiyan tawanbar dike, ku tê de dibêje, di encama wan komkujiyan de herî kêm 2500 sivîlên elewî hatine kuştin, ji bilî qurbaniyên din ên ji malbatên Xiristiyan û Suneyan.
Di îdinameya dozê de hatiye gotin ku hikûmeta Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Şera “kampanyayeke sîstematîk li dijî endamên mezheba elewî pêk anî” û tê de Ehmed Şera, Wezîrê Berevaniyê Merhef Ebû Qesra, Wezîrê Navxwe Enes Xetab û Fermandarê Feyleqa 25 Mihemed El-Casim (Ebû Emşe) têne tawanbar kirin.
Di dozê de daxwaza rawestandina şer û pevçûnan li navçeyên beravên Sûriyeyê, berdana girtiyan û vekirina lêkolîneke navdewletî bo tawanan hatiye kirin.
Ev nivîs 195 car hatiye xwendin.




