Mesrûr Barzanî û şandeya Amerîkî peywendiyên dualî û hinardekirina petrolê gotûbêj kirin

Mesrûr Barzanî û şandeya Amerîkî peywendiyên dualî û hinardekirina petrolê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Îro 15ê Nîsanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî bi serokatiya Cîgira Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Tayler kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa xurtkirina têkiliyên dualî, rewşa Iraq û navçeyê, û hewldanên ji bo avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê hate kirin. 

 

Her du aliyan girîngî dane avakirina kabîneyeke nû di demeke kurt de, beriya hilbijartinên parlemanî yên îsal.

Her weha, li ser girîngiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê derengî li hev kirin, ji ber ku paşxistina wê zirareke mezin li dahat û budceya federal dike.

Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya parastina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya federal û destûrî ya herêmê kirin.

 

 

 

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.