Trump: Ez ji Erdogan hez dikim, ew jî ji min hez dike

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump û lîderê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Ofîsa Ovalê civiyan. Trump Serokwezîrê Îsraîlî ji dil bi destgirtinê silav kir.
Trump derbarê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de wiha got, "Ez ji Erdogan hez dikim, ew jî ji min hez dike. Ev rewş medyayê aciz dike. Ji Tirkiyeyê re pîroz be. Min ji Erdogan re got, "Tiştê ku di nava 2000 salan de tu kesî nikarîbû bike, te kir; te Sûriye xist bin kontrola xwe. Erdogan bi rastî kesekî saxlem û pir jîr e."
Wî herwiha got, "Min ji Îsraîlê re got, eger pirsgirêka wan bi Tirkiyê re hebe, ez difikirim ku ez dikarim çareser bikim."
"Ez ji Erdogan hez dikim û ew jî ji min hez dike"
Trûmp, anî ziman ku têkiliyên wî yên bi Erdogan re gelekî baş in û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ez ji Erdogan hez dikim, ew ji min hez dike. Ev rewş medyayê hêrs dike. Ez Tirkiyeyê pîroz dikim. Min ji Erdogan re got, "Tiştê ku tu kesî nikaribû bike di nava 2000 salan de kir, te Sûriye xist bin kontrola xwe." Netanyahu destnîşan kir ku divê Îsraîlî bi aqilê xwe tevbigerin da ku pirsgirêkên ku bi Tirkiyeyê re derdikevin çareser bikin."
"Ez plan nakim ku tarîfan rawestînim"
Wî herwiha got, rawestana li ser bacên nû û berfireh di rojeva wan de nîne, amaje bi nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê de hatine belavkirin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê,
"Em tiştekî wiha nafikirin. Gelek welat hene ku dixwazin bi me re peymanan çêkin û ew ê peymanên adil bin."





