Bi sedan kîlo goştê hespan hat desteserkirin

Bi sedan kîlo goştê hespan hat desteserkirin

PeyamaKurd – Li bajarokê Dewlan a ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) 800 kîlo goştê hespan hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya polîsê Dewlanê ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re, ekîbên polîsan roja Yekşemê 13.04.2025ê avêtine ser navnîşanekê û dest danîne ser 800 kîlo goştê hespan.

Hat ragihandin ku di serdegirtinê de 2 gumanbarên ku goşt difiroşin hatin desteserkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Polîsan a Dewlanê de hat destnîşankirin ku piştî lêpirsînê 2 gumanbar û dosyayên lêpirsînê sewqî dadgehê hatin kirin.

Polîs derbarê çawaniya depokirina goştê hespan û şandina bazarê bi çi rêjê de ti daxuyanî neda, ji welatiyan hat xwestin ku ger rastî tiştekî şikdar hatin, telefonî telefona lezgîn a polîsan bikin.

 
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.