Serok Barzanî pêşwaziya Cîgira Alîkara Wezîrê Derve ya Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Victoria Taylor, Cîgira Alîkara Wezîrê Derve ya Amerîkayê kir û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û herêmê bi giştî nirxand.
Di hevdîtinê de bal kişandin ser aramî, têkiliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, proseya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û gavên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Victoria Taylorê tekezî li ser dostanî û hevkarîya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.




