Rûsya, li ser tetbîqata leşkerî nota protestoyê da Japonyayê

PeyamaKurd – Rûsya ragihand ku li ser tetbîqata leşkerî ya ku wê Japonya li Girava Hokkaido bike, nota protestoyê ji Japonya re şandiye. Nota di ser rêya balyozê Japonyayê yê li Moskovayê hat şandin.
Di daxwuyaniya Rûsya de hat gotin ku tetbîqat nêzî sînorê Rûsyayê têkirin û di tetbîqatê de wê sîstema parastina peravan (SSM-1) ya bi fuzeyên Type-88 model hatine kemilandin, bên bikaranîn. Rûsya di daxwuyaniya xwe de weha got:
“Terefê Rûsyayê xebatên weha yên leşkerî ji xwe re tehdîda potansiyel qebûl dike û qebûl nake. Ev tevgera Tokyoyê li bakûrê rojhilatê Asya û herêma Asya Pasifiki de, qebûl dike ku wê tansiyonê bilind bike. Moskova mafê xwe yê sitendina tedbîran ya di mijarê de, ji xwe re dihêle.”
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




