Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Dema ku min dest bi kar kir, min 2 soz dan

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Dema ku min dest bi kar kir, min 2 soz dan

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand: “Dema ku min dest bi wezîrtiyê kir, min du soz dan, û em niha her duyan bi cih tînin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê herweha got ku du sozên ku min dan ev bûn:

“Ya yekem, serketina di şeran de û ye ya duyem pêşî li wê yekê bê girtin ku Îran nebe xwedî çekên atomî.”

Di dewamê de diyar kir, “Niha ez kêfxweş im ku Îsraîl di hemû eniyên şer de serkeftinên temam bi dest tîne û dijminên xwe bi bin xistiye, têkildarî soza duyem jî Îsraîlê rast e rêya xwe li gel dostên xwe girtiye û rêveberiya tevgerekp dike ku nahêle Îran bibe xwedî çekên atomî, ev erka dîrokî ya ser milê me ye, em hemû hêza xwe bi kar tînin û bi tu awayekî nahêlin ku Îran bibe xwedî çekên atomî.”

Ev nivîs 195 car hatiye xwendin.