Mazlûm Ebdî çû serdana Bendava Tişrînê

Mazlûm Ebdî çû serdana Bendava Tişrînê

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, çû serdana çalakvanên ku li derdora Bendava Tişrînê nobedê digirin, ku car caran şer û pevçûnên bi Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike.

Duh danê êvarê fermandarên HSDyê tevî şandeyeke Hêzên Koalîsyona Navdewletî serdana bendava Tişrînê kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Mazlûm Ebdî û fermandara YPJyê Rohilat Efrîn ku bi meşê re hatin cem hev, berxwedana ku ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd tê nîşandan silav kirin.

Ebdî bang li her kesî kir ku ji bo avakirina welatekî aram û ewle, mil bi mil piştgiriyê bidin.

Hevdem bi destpêkirina êrîşên HTŞyê yên di 8ê Kanûnê de ku di encamê de herêm ji Helebê heta Şamê bi dest xist, Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê li derdora Minbic, Pira Qereqozak û Bendava Tişrînê jî dest bi êrîşan kir.

Ji wê demê ve li herêmê di navbera HSD û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de şer û pevçûn diqewimin.

Herçend dem bi dem lihevkirinên agirbestê hatin kirin jî, bi temamî nebûna pevçûnan pêk hat.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.