Serokê Weqfa Barzanî: “Em ji kampên li Urdin, Lubnan û Tirkiyê baştir xizmetê didin”

PeyamaKurd –Serokê Weqfa Alîkariya Barzanî Mûsa Ahmed di Fûara Pirtûkan ya Navdewletî ya Erbîlê de di panelekî de axifî. Mûsa Ahmed di axaftina xwe de got:
“ Weqfa Alîkariya Barzanî rêvebiriya kampên penaberan yên li Kurdistanê dike û kampan ji kampên li Lubnanê, Urdin û Tirkiyê baştir îdare dike û xizmetê dide wan. Weqfa Barzanî li Herêma Kurdistanê doza mirovahiyê temsîl dike û fikr û ramanên rehmetî Mele Mistefa Barzanî yên di derbarê pêkvejiyanê, xebatên mirovî û hawirdoriyê de temsîl dike.”
Ahmed Mûsa ragihand ku ew di navbera kesên bexşandinê dikin û kesên pêdiviya wan bi bexşandinê hene de koordînasyonê dikin û weha dewam kir:
“Çanda alîkariyê her wext terefekî xweş yê welatê me yê xwoşewîste. Me ew organîze kir û hewl da baweriyê di navbera kesên xêrxwaz û hemwelatiyan de deynin. Weqfa Barzanî li Herêma Kurdistanê zêdetirê ji 28 kampan îdare dike û ev kar ne hêsane. Kampên koçberan yên li Herêma Kurdistanê ji yên li Lubnan, Urdin û Tirkiyê baştir xizmetê didin.”
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




