Wezîr Uraloğlu: Rêya trênê ji Misircê (Kurtalan) dibin heya Sêrtê

Wezîr Uraloğlu: Rêya trênê ji Misircê (Kurtalan) dibin heya Sêrtê

PeyamaKurd – Wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu li bajarê Sêrtê di wexta merasima vekirina rêya ku bajarê Sêrtê û balafirgehê bi hev re girêdide de, behsa proja rêya trênê ku dê here heya Sêrtê kir. Uraoğlu got:

“Ez niha mizgîniyekî girîng didim we. Me rêya trênê ya ku dê Sêrtê û Kurtalanê bi hev re girêde bi erêkirina serokkomar Recep Tayip Erdoğan, me kir bernama veberhênanê ya sala 2025an. Dirêjahiya wê 34 km ye û em di 28 ê Gulanê de îhala wê dikin.

Hem em rêya Yolçatı-Diyarbekir-Kurtalan û Diyarbekir-Mazıdağê (Şemrex) nûjen dikin û wê di seetê de trên 160 km rê karibe here.”

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.