Rûsya û Ûkrayna leşkerên dîl bi hev guhertin

PeyamaKurd – Rûsya û Ûkrayna esîrên xwe yên leşker bi hev guhertin û guherîn di 18ê Nîsanê de pêk hat. Li gor ragihandina ku niha ket ser çapemeniyê; Rûsya 277 leşkerên Ûkraynayê û Ûkrayna 261 leşkerên Rûsyayê serbest berda.
Her dû teref negotin dîlan li ku derê û çawa serbest berdane lê wezareta Rûsyayê ya berevaniyê ragihand ku guherînê bi navbeynkariya Îmaratan kirine. Leşkerên Rûsyayê yên serbest hatin berdan, wan birine Belarûsê da desteka derûnî tenduristiyê bidin wan. Wezaretê got:
“Di encama muzakereyan de Kievê 246 leşkerên Rûsyayê da me. Me jî 246 leşkerên Ûkraynayê dayê. Weke jestekî me beranberê 15 leşkerên Rûsyayê yên birîndar, 31 leşkerên Ûkraynayê da Ûkraynayê.”
Serokê Ûkraynayê Zelenskiy di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihand ku 277 leşkerên Ûkraynayê gihane welatê xwe.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.




