Arakçi: “Em bi DYA re derbasî babetên teknîkî dibin”

Arakçi: “Em bi DYA re derbasî babetên teknîkî dibin”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi ragihand ku hevdîtina li Romayê ya bi DYA re tenê di mijara bernama nuklerî de bûye û weha got:

“Armanca muzakereyan bo ewlehiya bernama aştiyane ya nuklerî ya Îranê û rakirina givaşên ser Îranê ye. Hevdîtina Romayê 4 seet dewam kir. Li gor hevdîtina berê, em bêhtir gihan mijarên esasî û hedefên terefan.

Em ê di civîna bê de, li ser babetên teknîkî biaxifin. Hefta bê roja Çarşemê li Ummanê wê heyetên teknîkî bicivin. Piştî wê, car din roja Şemiyê wê li Ummanê bicivin, wê li ser babetên lihevkirî biaxifin bê çiqas nêzî peymanê ne.”

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.