Helîkopterekî ket nav çem: 6 kes mirin

Helîkopterekî ket nav çem: 6 kes mirin

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta New Yorkê helîkopterekî ket Çemê Hudsonê û di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan. Polîsê New Yorkê (NYPD), qezayê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand.

Di daxwuyaniya polîs de hat gotin ku helikopter ketiye çemê Hudsonê û bo qezayê tîmên alîkariya lezgîn şandine ciyê bûyerê.

Hat gotin ku helikopter bi îhtîmaleka mezin wê bi armanca gertiyariyê hatibe bikaranîn.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.