Li Diyarbekirê Mala Wêjeyê ‘LiteraKurd’ vedibe

Li Diyarbekirê Mala Wêjeyê ‘LiteraKurd’ vedibe

PeyamaKurd – Hejmarek wêjekarên Kurd li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, bi navê LiteraKurd Mala Wêjeyê vedikin.

Hate ragihandin ku LiteraKurd 6ê Nîsanê roja Yekşemê li navçeya dîrokî ya Diyarbekir Sûrê deriyê xwe ji hezkarên edebîyata Kurdî re vedike.

Akademîsyen Serdar Şengul û nivîskar Mehmet Dêcle derbarê vekirina LiteraKurd de ragihandin ku ew ê roja vekirinê bi bernameya "Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat"ê xêrhatina mêvanan bikin û di panelekê de biaxivin.

Hate diyarkirin ku wê LiteraKurd Mala Wêjeyê, hewl bide edebiyata Kurdî ya ku bi sînorên siyasî û zimanî ji hev qetiyaye, bigihîne hev û bîra Kurdî ya ku bi gelek sedeman belav bûye bi tevgereke kolektîf bîne cem hev.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.