Balyozxaneya Amerîkayê banga nehiştina çekên kîmyewî li aliyên Sûriyê kir

PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya li Sûriyê banga bidawîkirina bernameya çekên kîmyewî û nehiştina wan li Sûriyê kir.
Îro 7ê Nîsanê Balyozxaneya Amerîka ya Şamê bi daxuyaniyekê bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku ji bo hêsankirina karê rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û bidawîkirina bernameya çekên kîmyewî li Sûriyê hevkariyê bikin.
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Fernando Ariyas jî got ku piştî 10 salan ji rawestana karê rêxistinên li Sûriyê, divê careke din kar di vê doseyê de ji bo berjewendiya gelê Sûriyê û civaka navdewletî were kirin.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî dabû zanîn ku hîn 100 cihên embarkirina çekên kîmyewî li Sûriyê hene û gelek cih ji wan veşartî ne.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




