Amerîka û Rûsya dê cara duyemîn li Stenbolê bicivin

Amerîka û Rûsya dê cara duyemîn li Stenbolê bicivin

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov bi rojnamevanan re mijarên aktuel nirxand.

Peskov li ser pirseke der barê hevdîtinên di navbera heyetên Rûsya û Amerîkayê yên ku tê gotin dê di 10ê Nîsanê de li Stenbolê bên kirin jî wiha got: "Di asta Wezareta Karên Derve de dê aliyê me bê temsîlkirin. Wezaret dê agahiyên pêwîst eşkere bike."

Peskov, îhtîmala ji nû ve tetbîqkirina Peymana Nû ya Kêmkirina Çekên Stratejîk (New START) ya di navbera Rûsya û Amerîkayê de nirxand, diyar kir ku divê beriya her tiştî têkiliyên dualî yên bi DYAyê re bên başkirin û got, 

"Niha zehmet e ku mirov li ser muzakereyên li ser îstiqrara stratejîk bifikire. Ji ber ku danûstandinên bi vî rengî hewce dike ku têkiliyên dualî bigihêjin astekê û pêbaweriya hevpar bê avakirin."

Di 27ê Sibatê de, şandeyên Rûsî û Amerîkî li Avahiya Serkonsolxaneya Amerîkî ya li Stenbolê civiyan û li ser xebatên balyozxaneyê di çarçoveya asayîkirina têkiliyên dualî de gotûbêj kirin.

Piştî hevdîtinê Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku hevdîtinên dawî yên bi DYAyê re erênî bûn û hevdîtin bi "girîng û bazirganiyê" bi nav kir.

Her wiha Wezareta Derve ya Amerîkayê got, "Aliyan bi diyaloga avaker, yekem gavên berbiçav ji bo aramkirina karê nûnertiyên me yên dîplomatîk li navçeyên mijara gotinê destnîşan kirin."

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.