Serokê CHPê Özel seredana nexweşxana ku Sırrı Süreyya Önder lê ye, kir

Serokê CHPê Özel seredana nexweşxana ku Sırrı Süreyya Önder lê ye, kir

PeyamaKurd – Serokê CHPê Özgür Özel çû nexweşxana ku Sırrı Süreyya Önder lê ye ya bi navê Florence Nightingale. Özel got ku doktor behsa mucîzan kirine û dewam kir:

“Ev bûyera mucîzewî inşallah beredayî neçe û dawî baş be. Em di rojên baş û nexweş de, dema di zîndanê de bû min seredana Önder kir û daîma diyaloga me bi hevre hebû. Me xebera nexweş do êvarê tev bi hevre bihîst.

Diyaloga me bi Pervin Xanim û kesên li wê derê bûn re hebûn. Mala wan ava be, rêvebiriya nexweşxanê agahiyên herî rast da me.”

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.