Qubad Talabanî û cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Yılmaz hevdîtinekî kirin

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî û cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Nuh Yılmaz hevdîtinekî kirin. Bi Nûh Yılmaz re balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Anıl Bora İnan û balyozê li Hewlêrê yê Tirkiyê Erman Topçu hebûn.
Qubad Talabanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyanî da û got:
“Di hevdîtina bi cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi birêz Nuh Yılmaz re, me got ku hukumeta Herêma Kurdistanê û YNK destekê dide pêvajoya aştiya li Tirkiyê. Di navbera Tirkiyê û YNKê de têkilî bi erênî pêşde diçin û bo xwurtkirina pêwendiyan me li hev kir.”
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.




