Artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Asosê belavokên teslîmbûnê belav Kir

PeyamaKurd – Îro, 19ê Nîsana 2025, li gorî agahiyên dawî, artêşa Tirkiyeyê bi helîkopteran belavokên bi zimanê Kurdî li ser Çiyayê Asos û derdora gundê Gelaleyê yê navçeya Şarbajêrê, li parêzgeha Silêmaniyê, belav kirine.
Ev belavok daxwaza radestkirinê ji endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikin û ji şervanan tê xwestin ku xwe teslîmî "edaleta dewletê" bikin.
Rêxistina CPT (Tîmên Aşitiyê yên Xiristiyan) ya Amerîkî ragihand ku ev operasyon roja 18ê Nîsanê dest pê kiriye.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




