Rêveberiya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê kursên rêberiyê ji bo rêwiyên hecê vekir

PeyamaKurd – Ji bo hesankirina îcraata hecê, ji bo kesên ku ji bo hecê wecîbe hatine qeydkirin, dê hefteyekê kursa rêberiyê bê vekirin.
Her sal, Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê, beriya destpêkirina werza Hecê, kursên rênîşanderî û agahdarkirinê li ser çawaniya pêkanîna hecê ji bo wan kesan dike ku dê biçin hecê.
Pişka Herêma Kurdistanê ji werza hecê ya îsal 5 hezar û 190 kes e. Nêzîkî 500 kesên ku ji bo hecê qeydkirî ne, sibê û êvarê beşdarî qursa hefteyekê dibin. Ji bilî rênîşandanê dê cil û bergên hecê jî bidin beşdaran.
Hêmin Osman ku ji bo merasima hecê ya îsal hatiye tomarkirin, ragihand:
“Kurs ji bo me gelek bikêr e, ji ber ku em fêrî çawaniya pêkanîna heca ferz bûne û dema em diçin Mekkeyê, em dizanin çi bikin.”
Beşdarekî din ê kursê Şeuket Fetah jî got:
“Ez berê çûme Umreyê, lê ya hecê pêvajoyeke cuda û dirêj e, divê her kes beşdarî wan kursan bibe, ji ber ku dê di destpêka meha bê de ji bo kesên ku dê herin Mekkeyê heca ferz bikin, hêsantir dibe.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê navên kesên ku çûne Hecê li ser çend koman dabeş kiriye.
Di vê kursê de endamên komê û serokên konvoyê hevdu nas dikin.
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




