Hengaw: Dibe Kurdê siyasî Hamid Huseyin Şahedranlu îdam bikin

PeyamaKurd – Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd yê ji bi navê Hamid Huseyin Şahedranlu ku rêvebiriya Îranê di nêzde dê ew îdam bike û di mijarê de bi endîşe ne.
Di roja ku îdama wî hatiye destnîşankirin de, serê siba zû li bajarê Urmiyê, ew birine navenda binçavkirinê ya wezareta îstîxbaratê ya li bajarê Urmiye. Hamid tenê karibiye bi malbata xwe re di rêya telefonê de çend saniye biaxife û derfet nedanê ku zêde behsa rewşa xwe bike.
Pisporên ku sîstema îdama Îranê dizanin dibêjin ku kiryarên Îraniyan yên weha nîşan didin ku berya îdamê tiştnên weha dikin. Bi taybetî di biryarên bo îdamên di çarçova Jin-Jiyan-Azadî de hatine dayîn de.
Hengaw, ragihand ku ew bangî Neteweyên Yekgirtî, dezgeyên mafên mirovan û civaka navdewletî dike ku zorê bidin ser rêvebiriya Îranê da biryarên weha nedin û xelkê îdam nekin.
Îran, her roj gelek kesan îdam dike, îdamên siyasî weka yên adî nîşan dide û hetta tiryakê dixe aliyê girtiyên siyasî û wan îdam dike.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.




