Li ser rêya Wan-Mûradiye 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

Li ser rêya Wan-Mûradiye 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Bêgiriyê (Muradiye) otomobîla ku li dîreka hesin ket de, 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li ser rêya Muradiye-Wanê li devera Karahanê çêbû. Otomobîla ku xwest ji ereba pêşiya xwe derbas bibe, li dîreka tabelayê ket.

Li ser qezayê tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û 5 birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Muradiyê. Ji wan 3 kes li nexweşxanê can dan.

Piştî otomobîlê ji nava rê rakirin, trafîka normal ya çûnûhatê vebû.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.