Muqteda Sedr: Alên Amerîka û Îsraîlê bişewitînin!

Muqteda Sedr: Alên Amerîka û Îsraîlê bişewitînin!

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedr a şîeyên Iraqê, Muqteda Es-Sedr bang li alîgirên xwe kir ku ji bo Xezeyê xwepêşandanan bikin û alên Amerîka-Îsraîlê bişewitînin.

Ajansa Şefeq News a Iraqê belav kiriye ku rêberê Sedr daxwaz ji aligirên xwe kiriye, xwepêşandanên aştiyane pêk bînin, ji bo şermezarkirina operasyonên leşkerî yên berdewam ên Îsraîlê li Xezeyê.

Sedr gotiye, di dema nimêja Înê de, li cihên hatine diyar kirin li parêzgehên Iraqê xwepêşandanan bikin.

Sedr ferman daye ku di dema xwepêşandanan de alên Îsraîl û Amerîkayê bişewitînin û derveyî ala Filîstîn û Iraqê ti alayekî din bilind nekin.

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.