Rejîma Îranê 2 Kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, 2 girtiyên Kurd, duh, roja Çarşemî, 9ê Nîsana 2025an, bi destê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.
Hate ragihandin ku Behram Hodawendxanî, ji bajarê Weramînê, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate bidarvekirin.
Hengawê diyar kir ku ew berê bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibû girtin û 16 sal bûn ku di bin cezayê bidarvekirinê de bû.
Hengawê her weha ragihand ku heman rojê, Kambîz Fethî, girtiyekî Kurd ê 28 salî yê ji xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê bi heman sûcê hate bidarvekirin.
Hengawê ragihand ku Kambîz Fethî 3 sal berê hatibû girtin.
Hengawê tekez kir ku nûçeya bidarvekirina van her du Kurdan jî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, heta niha di medyaya fermî ya rejîmê de nehatiye weşandin.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




