Rûsya: Me bajarokekî din ê Ukraynayê kontrol kir

PeyamaKurd – Li demeke ku hewldanên Amerîkayê bo aştiyê berdewam dikin, Rûsyayê bajarokekî din ê Ukraynayê xist kontrola xwe.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku hêzên Rûsyayê bajarokê Valentinovka yê li herêma Donetsk a rojhilatê Ukraynayê kontrol kir.
Wezaretê roja Pêncşemê jî ragihandibû ku wan bajarokê Pryabrazhenka ya li heman parêzgehê, ku dikeve rojavayê Pokrovsk, li nêzîkî sînorê parêzgehê bi parêzgeha Zaporizhia re, kontrol kiriye. Roja Çarşemê jî hêzên Rûsyayê bajarokê Kalinovo yê girêdayî herêma Donetsk kontrol kiribûn.
Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku Kîev termên 909 leşkerên Ukraynayê yên ku di şer de hatine kuştin, wergirtine.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.




