Dadgeha Amerîkî derbarê koçberiya Venezuelayê de biryar da

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di çarçoveya Qanûna Dijminên Biyanî de, plansaziya dersînorkirina koçberên Venezuelayê ji aliyê rêveberiya Serok Donald Trump ve bi awayekî demkî rawestand.
Washington Postê (WP) ragihand ku Yekîtiya Azadiyên Sivîl a Amerîkî (ACLU) serî li Dadgeha Bilind da ku hewldana rêveberiya Trump a dersînorkirina herî kêm 30 koçberên Venezuelayî rawestîne.
Di biryara dadgehê de hat diyarkirin ku ji 9 dadweran 2yan daxwaza rêveberiya Trump a ji bo demkî rawestandina dersînorkirina koçberên Venezuelayê ku di çarçoveya "Qanûna Dijminên Biyanî" de plan kiribûn dersînor bikin red kirin û ev daxwaz hat qebûlkirin.
Di fermanê de hat gotin, "Hikûmet arasteyî wê yekê tê kirin ku ji Dewletên Yekbûyî ti endamek ji grûpa mijarê ya di girtîgehê de ne derxe."
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




