Mehdi Eker û Efkan Ala seredana Sırrı Süreyya Önder kirin

PeyamaKurd – Cîgirê serokê AK Partiyê Efkan Ala û wezîrê berê yê çandinî û ajalvaniyê yê Tirkiyê Mehdî Eker li nexweşxanê seredana Sırrı Süreyya Önder kirin. Bo malbata Önder daxwaza saxiyê û selametiyê kirin û ji rayedarên nexweşxanê agahiyan sitendin. Ala bo rojnamevanan got:
“Em jî weka birêz serokkomarê me, wezîrê tenduristiyê, temamê tîmên tenduristiyê çi pêwist be di wextê de, me kiriye. Em jî niha jê re di’a dikin. Dilê Önder heya niha bo jiyana kesên din avêtiye lê niha em dixwazin bo vegere jiyana xwe dilê wî bavêje. Em jê re di’a dikin. Niha rewşa wî stabil e. Rewşa Stabîl her wext talûke ye.”
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.




