Xelkê Naxçiwanê, bi temambûna xeta gaza Ixdir-Naxçiwanê dilxweş bû

Xelkê Naxçiwanê, bi temambûna xeta gaza Ixdir-Naxçiwanê dilxweş bû

PeyamaKurd – Komara Naxçiwanê otonome lê bi ser komara Azerbeycanê ve ye. Proja xeta gazê ya navbera Tirkiyê û Azerbeycanê temam bû û gaza xwezayî di ser Tirkiyê de gihandin komara Naxçivanê ya otonom.

Bi çûna gazê xelkê Naxçiwan ê gelek kêfxweş bû. Xeta gazê di ser bajarê Ixdirê de diçe Naxçiwanê. Bi temam bûna projê, xelkê deverê ji arîşeya gazê, ya germkirinê û pahtina xwarinê rizgar bûn. Li ser mijarê Şemsettin Nağayev got ku êdî ji ber germbûnê ti endîşa wan tine û weha axifî:

“Bo me Îranê gazê dişand. Niha ji Tirkiyê tê û bo me baştire. Ji ber Tirkiyê nêzî me ye. Em gelek razîne.”

Niha berjewendiya xelkê Naxçiwanê ev e ku kengê gaza Îranê bo wan nê, dikarin ya Tirkiyê an jî bi eksa wê tevbigerin.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.